Gelo tu nexweşî û defterçeya te tune?

Medinetz Ulm navendeke rawêjkariya pizişkî û dermanî ji bo kesên bê defterçe, bêyî sîgûrteya saxlemiyê an bi rewşa mayîna nediyar, penaber û kesên bêşûnûwar e ku li Almanê baldariyên bisînorkirî li ber destê wan e an qet li ber destê wan nîne.

Em bi awayekî belaş û nenas we ji pizişkên ku dikarin dermanên pêwîst pêk bînin, ra didin nasandin. Tu zanyariyek dê raberî rayedarên dewletî neyê kirin.

Em her wiha ji kesên ku derveyî Ulm`ê dijîn ra jî xizmetên dermanî raber dikin.

Eger hewcedara lênêrîna pizişkî ne, ji kerema xwe digel me têkiliyê bigirin:

kontakt@medinetz-ulm.de
+49 1577 0377991

Rawêjkariya me ya azad her du hefteyan carekê rojên pêncşemiyê ji demjimêr 6:30 heta 8:00 berêvarî tê lidarxistin. Hûn dikarin bêyî girtina dema pêşîn beşdarî van civînan bibin. Hûn dikarin dema civînên din li vir bibînin: https://www.medinetz-ulm.de/sprechstunde/

Navnîşan di demjimêrên îdarî da:

Medinetz Ulm e.V.
Frauenstraße 123
89073 Ulm

Deriyê nivîsgehê, deriyê avahiyê û aliyê çepê avahiya sereke ya Xaça Sor a Almanê (DRK) ye.

Hûn dikarin ji bo wergirtina dema derveyî demjimêrên îdarî, digel me têkiliyê bigirin.